Geştên navbera Dîlok û Hewlêrê destpê kirin

.

Geştên esmanî yên rasterast ên navbera bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê û bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê ku piştî referandûma 2017ê ya Başûrê Kurdistanê hatibûn rawestandin, careke din destpê kirin.

Di merasîmeke taybet de êvara roja Duşemê 31ê Çileya 2022ê yekem geşta esmanî ya navbera Dîlok û Hewlêrê destpê kir. Demeke ji ber nûjenkirina termînala Firokexaneya Dîlokê û piştre rewşa nerênî ya keş û hewayê, geştên esmanî yên navbera Dîlok û Hewlêrê hatibûn rawestandin, biryar bû roja 24ê Kanûna 2021ê destpê bikin, lê ji ber barîna berfê û rewşa keş û hewayê hatibûn paşxistin.

Biryar bû 27ê mehê geştên esmanî destpê bikin, lê dûbare ji ber rewşa keş û hewayê hat paşxistin. Dawî biryar hat dayîn ku 31ê Çile geşt destpê bikin. Êvara doh Duşembê, di merasîmeke taybet de bi amadebûna Parêzgarê Dîlokê Davut Gul, hejmarek parlamenter, Seroka Şaredariya Bajarê Mezin, Rêveberê Polîsên Bajêr û Konsulê Iraqê yê Dîlokê Hesen Ebdulwehab, yekem geşta esmanî ya Dîlok-Hewlêrê destpê kir.

Di merasîmê de Parêzgarê Dîlokê Davut Gul gotarek pêşkêş kir û got “Li avahiya ttermînala nû ya firokexaneya me yekem geşta esmanî ber bi Hewlêrê dikin. Iraq hevbeşekî me yê girîng ê bazirganî ye, hevdem asankariyeke gelekî baş dibe bo karsazan û dibe hevkarekî rasterast ê hinardekirinê jî. Piştî vê geştên me yên esmanî bo Bexdayê jî dibin.”

Berê Wezareta Guhestin û Jêrxana Tirkiyê li ser malpera xwe ya fermî ragihandibû ku roja 31ê Çileya 2022ê geştên esmanî bo bajarê Hewlêrê û 2ê Sibatê jî bo Ermenîstanî destpê dikin. Geşt bi firokeyên Kompanyaya Anadol Jet tên kirin, di hefteyekê de du geşt ji Dîlokê bo Hewlêrê di rojên Duşem û Pêncşemê de tên kirin.

Kurdistan Haberleri

Mehmet Tanriverdî: Dayika wezîreke Almanyayê ji Kurdistanê ye
Xem û hêstir li Dubisê: Malbatên Enfalkiriyan piştî 22 salan hîn jî li ezîzên xwe digerin
Sûriye: Em ê bi Tirkiyeyê re li ser îtxalkirina elektrîkê li hev bikin
Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de