Geştên esmanî yên navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê dest pê dikin

Geştên esmanî yên navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê dest pê dikin

Geştên esmanî yên navbera Tirkiye, Iraq û Herêma Kurdistanê sibe dest pê dikin û sibe serê sibehê yekem geşt dê bo Hewlêrê were encamdan.

Biryar e kompaniyeke firokevanî ya Tirkiyê heftane heft geşt bo Iraqê encam bide. Çar geşt bo Herêma Kurdistanê û sê geşt bo Iraqê dê werin encamdan. Ev jî weke pêngaveke erênî ji bo peywendiyên zêdetir ên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiye û geşbûna aboriyê tê dîtin.

Ji ber belavbûna vîrûsa koronayê (Covid-19), Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê ji desthilata firokevanî ya Tirkiyê daxwaz kiribû ku geştên esmanî yên ligel Iraqê bide sekinandin.

Di nava sê mehên dawî de gelek kêm geştên esmanî di navbera Iraq û Tirkiyê de hatin encamdan, lê çend roj berê, desthilata firokevanî ya Tirkiyê bi fermî desthilata firokevanî ya Iraqê agahdar kiriye ku heftane bi heft geştan, geştên navbera her du welatan car din dest pê dikin.

(K24)

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?