Geştên asîmanî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Almanya destpê kirin

.

 Geştên asîmanî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Almanya destpê kirin. Di nava hefteyekê de sê geşt bo Almanyayê ji Herêma Kurdistanê hene û ji 19ê vê mehê ve jî, kompaniyeke din dest bi geştên xwe dike.

Li gor Rêveberê Giştî yê Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar diyar kir: “Piştî demeke rawestana geştan, yekem geşt ji Hewlêrê bo Dusseldorfê hat encamdan.’’

Herwiha Hoşyar destnîşan kir, ‘‘Li gor bernameya vê mehê, heta serê salê, heftane sê geşt ji Hewlêrê bo Almanyayê hene.”

Weke li gelek welatan, li Herêma Kurdistanê jî di çarçoveya bergiriya li hember vîrua Koronayê de, geştên asîmanî hatibûn rawestandin.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?