Geştên asimanî di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de tên sekinandin

Hikûmeta Tirkiyê geştên asimanî yên di navbera Tirkiye û Iraq-Herêma Kurdistanê de da sekinandin.

Berpirsê firokexaneya Hewlêrê, Ehmed Hoşyar ji televîzyona K24 re ragihand, duh êvarê desteya firokevaniya Iraqê em agahdar kirin ku li ser daxwaza wezareta tenduristiya Tirkiyê ji ber belavbûna Koronayê, hikûmeta Tirkiyê geştên asimanî bi Iraqê re daye sekinandin.

Ehmed Hoşyar her wiha got, ji saet 12 îşev de geştên asimanî di navbera Tirkiye û Iraq-Herêma Kurdistanê de heta demek ne diyar tên sekinandin.

Berpirsê firokexaneya Hewlêrê da zanîn, ew kesên ku bilîta firokeyê kirrîne û dixwazin serdana Tirkiyê bikin, bila serdana ofîsên Turkish Airline û Pegasus û Iraqi Airline bikin û diravê xwe werbigirin.

Bi gotina berpirsê firokexaneya Hewlêrê, geştên ku welatiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê ji Tirkiyê tînin, ew didomin her wiha geştên ku welatiyên Tirkiyê ji Iraq û Kurdistanê dibin, ew jî didomin.

 

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê