Gelo çima Şaredarîyên HDPê cîh nadin Zimanê Kurdî?

Ji bilî Şaredariya Amedê, malperên şaredariyên din ên HDP’ê xizmeta pirzimanî nadin


Ji bilî Şaredariya Amedê, malperên şaredariyên din ên HDP’ê xizmeta pirzimanî nadin. Malperên şaredariyan tenê bi zimanê tirkî weşanê dikin. Hevşaredarên HDP’î her çiqas beriya hilbijartinê behsa pirzimaniyê kirin jî lê hê dest pê nekirine. Hevşaredaran got di demek nêz de dê di malperên xwe de cih bidin pirzimaniyê. 
Di demên dawîn de ji ber ku şaredarên AKP'ê yên herêmê tabeleyên bi kurdî û tirkî yên pir zimanî daxistin û li şûna wan tabelayên tenê bi tirkî daliqandin, gelek nîqaş li ser pir zimaniyê tên kirin. Ji ber ku şaredariyên HDP’ê vê çanda pir zimaniyê li herêmê rast kiribûn, me jî di çarçoveya van nîqaşan de berê xwe da malperên her heşt şaredariyên HDP’ê yên bajaran û xwest ku hîn bikin di malperên xwe de di serî de zimanê kurdî çiqas cih didin pir zimaniyê. 
 
Ji her 8 şaredariyên HDP’ê tenê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di malpera xwe de cih daye 2 zimanan. Şaredariya Amedê her çend pirzimanî biparêze jî tenê cih daye Tirkî û Kurdî. Lê cih nedaye zimanê ermenî, suryanî û civakên din. Malpera şaredariyê bi Tirkî û Kurdî (kurmancî-kirmanckî), weşanê dike. Li gel ku bi ser hilbijartinê de 3 meh derbas bûye jî ne Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, ne Şaredariya Bajarê Mezin a Merdînê û ne jî şaredariyên Êlih, Colemêrg, Qers, Îdir û Sêrtê hê cih nedane pir zimaniyê û di malperên xwe de tenê bi zimanê tirkî weşanê dikin.
 
Me wek Ajansa Mezopotamya têkildarî vê mijarê nêrîna hevşaredarên HDP’î girt. 
 
'XEBATA KURDÎ NEBE NABE' 
 
Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr da zanîn ku ew ê ji bo zimanê kurdî teqez bi kurmancî xebatê bikin û hinceta heta niha bicih nekirina kurdî ya di malpera şaredariyê de wiha vegot: “Kadroyên li ser malperê xebata zimanê kurdî bikin nîn in. Lê em ê di demek nêz de malpera kurdî bixin meriyetê. Di warê kurdî û çanda kurdî de helbet xebatên me hene. Xebata bi kurdî nebe nabe. Ji ber ziyareta însanan û ji ber kadroyan me rûneniştandiye, niha me di vî warî de xebat nekiriye. Em dixwazin jî lê hêj me pêk neaniye. Em xwe rexne dikin û me soz daye û em soza xwe pêk bînin.” 
 
'DÊ HEMÛ ZIMAN DI MALPERA ME DE CIH BIGIRIN'  
 

Hevşaredarên Mêrdînê Ahmet Turk û Fîgen Altindag jî derheqê malpera xwe de wiha gotin: “Niha malpera me ya şaredariyê ji nû ve tê çêkirin. Di vê çarçoveyê de hem naveroka wê tê rojanekirin û hem jî ji bo bêtir zindî bibe em malperek dostane amade dikin. Em çanda pirzimanî û pirrengî ya Mêrdînê li ber çavan digirin, li gel zimanê kurdî û zimanê tirkî dê hemû zimanên niha dijîn di malpera me de dê cih bigirin. Bi hatina vîna gel a ser rêveberiyê re em ê hemû daxwazên gelê xwe li ber çavan bigirin û wan agahdar bikin. Xebatên me dewam dikin.” 
 
'JI BO ZIMANÊ KURDÎ BILA GUMANA TU KESÎ TUNE BE' 
 
Hevşaredarê Wanê Mustafa Avci jî derbarê mijarê de wiha got: "Me wekî Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, di beriya hilbijartinên 31'ê adarê de soz da gelê xwe. Em ê xizmetên li şaredariyên xwe bi esasê xizmeta pirzimaniyê di heman demê de bi kurdî jî bidin. Bila gumana tu kesî di warê hestyariya me ya li hember zimanê me yê zikmakî ku ji aliyê 20 mîlyon Kurdan ve tê axaftin nebe. Hem bernameya partiya me û hem jî feraseta ku em di nav de rabûne di vî esasî de nêzîkî mafê zimanê zikmakî dibe.
 
Bêguman; beriya her tiştî zimanê kurdî tê. Ji roja ku me girte (mezbate) bi dest xist û heta niha, em hemû derfetên xwe didin zorê ku bi awayekî noşdar û lezgîn xizmetê bidin gelê xwe. Bi taybetî, enqaza ku me ji qeyûmî dewr girt li holê ye û ev enqaz, di heman demê de ji ber kêmasiyên gelek kedkarên ku di beriya qeyûmî de xizmetên hêja didan û kêmbûna xebatkarên pispor ên ku divê hin xebatên sereke bimeşînin pêk tên. Bêguman ev nabe hincet, lê belê divê gelê me jî bizane ku di warê tespîtkirina kêmasiyan û çareserkirina wan daxwaz û hêviyan de heta ji destê me bê em ê bi îsrar bin." 
 
 Çavkanî:MA
 

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!