Fuad Husên û Çavuşoglu piştî hevdîtinê daxuyanî dan  

.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ku beriya serdana sibe roja Pêncşemê ya Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li Tirkiyê ye, bi hemkarê xwe yê tirk Mevlut Çavuşoglu re hevdîtinek pêk anî.

Piştî hevdîtinê di civîneke hevbeş a rojnamevanî de, Fuad Husên got, “Di navbera Iraq û Tirkiyê de heta dawiya salê wê rêjeya bazirganî bigihîje 17 milyar dolaran.”

Husên herwiha girîngiya rêkeftina Şingalê ya navbera Hewlêr-Bexdayê anî ziman û diyar kir, “Iraq wê destûrê nede bibe qadeke êrîşên ser welatekî din.”

Çavuşoglu jî di axaftina xwe de, got ku ew li herêmlê aramî û îstiqrarê dixwazin û ji bo îstiqrara herêmê ew dê ligel Iraqê xebata xwe berdewam bikin.

Çavuşoglu herwiha bal kişand ser êrîşên PKKê yên vê dawiyê li ser hêzên Pêşmerge û diyar kir, “PKK nûnertiya kurdan nake. PKK berî her tiştî dijminê kurdan e. PKK êrîşî hemû kurdên riayetî wê nakin dike. Ji bo paqijkirina PKKê çi ji destê me bê emê piştgiriyê bidin.”


 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?