Fuad Husên: Me bi Tirkiyeyê re li ser pirsgirêka avê û ewlehiya herêmê gotûbêjên girîng kirin

.

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên ragihand ku wan bi Tirkiyeyê re di gelek waran de, bi taybetî jî li ser mijara avê û ewlehiya herêmê gotûbêjên girîng kirine.

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên piştî hevdîtina li Enqereyê ya bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re di civîna çapemeniyê ya hevbeş de axivî.

Fuad Husên anî ziman ku di navbera şandeyên Îraq û Tirkiyeyê de civînên ku mijarên girîng li xwe digirin pêk hatine û da zanîn ku rojeva sereke ya hevdîtin û civînan pirsgirêka avê bûye.

Wî bi bîr xist ku gotûbêjên di navbera şandeyên Îraq û Tirkiyeyê de yên li ser pirsgirêka avê nêzîkî 2 sal berê dest pê kiriye û diyar kir ku tevî her tiştî jî ew gihiştine du armancên girîng.

Fuad Husên anî ziman ku yek ji armancan ew e ku di pirsgirêka avê de nexşerêyeke demdirêj bê danîn û ya din jî ew e ku ji bo ziwabûna li başûrê Îraqê çareseriyeke bilez û demkurt bê dîtin.

Vexwendina ji bo Bexdayê

Husên da zanîn ku reşnivîsa van armancan amade ye û di demeke nêzîk de dê bê îmzekirin û got ku wî Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan vexwendiye Bexdayê da ku van peymanan îmze bike.

Husên tekez kir ku pêwendiyên her du welatan ne tenê ji Dîcle û Feratê pêk tên û got:

"Rewşa ewlehiyê ya li Îraqê çawa ji nêzîk ve Tirkiyeyê eleqedar dike, rewşa ewlehiyê ya li Tirkiyeyê jî ew qasî Îraqê eleqedar dike.

Em ji diyaloga siyasî ya ku li Tirkiyeyê heye û pêk tê kêfxweş in.”

Wî anî ziman ku ew hêvî dikin ev diyaloga siyasî bigihîje encamê û li herêmê rewşeke ewletir pêk were.

Wezîr Fuad da zanîn ku gel û hikûmeta Îraqê piştgiriyê didin vê diyaloga siyasî û ew bawer dike ku gava ev diyalogên siyasî bigihîjin encamê dê bandoreke erênî li ser ewlehiya Îraqê jî çêbibe.

Petrolê Herêma Kurdistanê

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê diyar kir ku ew ji ber ducare destpêkirina şandina petrola Herêma Kurdistanê ya ji bo Tirkiyeyê kêfxweş in.

Wî bi bîr xist ku ev rûdan bi lihevkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqê pêk hatiye û diyar kir ku piştgiriya Tirkiyeyê jî gelekî girîng bûye.

Fuad Husên anî ziman ku Tirkiyeyê ji bo ku ev petrol bigihîje Ceyhanê erêkirineke salane daye û ew bawer dikin ku ev gav dê pêwendiyên her du welatan xurttir bike.

Siyaset Haberleri

Şoriş Qadir: Em hêvî dikin geştên Swêd û Herêma Kurdistanê dîsa dest pê bikin
Hêzên Asayîşê: Hikûmeta Demkî li Helebê agirbest bin pê kir
Serokê Kolombiyayê: Ez piştgiriyê didim dewleta Kurdistanê
Wezareta Derve ya Amerîkayê du komên çekdar ên Iraqî ceza dike
Carla Quintana: Em dê li Kurdên Êzidî û Efrîniyên winda bigerin