Fransa: Li hemberê Tirkiyê hemû tedbîr li ser masê ne

.

Wezîrê karên derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian, ragihand ku Tirkiye di têkiliyên xwe de, asta ku nayê qebûlkirin derbaskiriye û tevgerên wê tehdîdin û dewam kir:

“Li hemberê Tirkiyê hemû tedbîr li ser masê ne.”

Wezîrê karên derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian di senatoyê de pirsên bo hukumetê hatin kirin bersivand. Li ser pirsa sanatorê sosyalist Rémi Feraud, wezîr Le Drian weha got:

“ Lîsteyekî me ya dirêj heye ku em û Ankara li serê lihev nakin. Di hefteyên dawiyê de di navbera her dû hevkaran de me asta ku nayê qebûl kirin derbas kir. Haqaret, îftîra, xwesteka afirandina nefretê li hemberê Fransa û Awrûpayê bi temamî dewam dike. Ev tev tehdîdin. Bi van sedeman em bendene ku serokkomarê Tirkiyê dev ji van tevgerên xwe berde. Em ê nehêlin ku ku van nefret û şiddetên han ku ji aliyê grûbên ku gotina navên xwe jî heq nakin, îxrac bikin axa Fransayê.”

Jean-Yves Le Drian got ku vê gengeşeya navbera Fransa û Tirkiyê bi serê xwe sînorê her dû dewletan derbas kiriye û civîna Konseya Awrûpayê ya di meha cotmehê de bibîr xist. Wezîr got:

“Ev ne tenê nelihevkirina Fransa-Tirkiyê ye. Êrîş dike ser qedr û qiymetên Awrûpayê. Eger Tirkiye berya meha dawiya salê xwe neguhêre, em ê di asta Awrûpa de tedbîrên xwe bistînin. Hemû tedbîr li ser masê ne.”

 

Kurdîstan Haberleri

Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em Amedsporê Pîroz Dikin
Milano’da Doğan 17 Yaşındaki Kürt Tasarımcıdan Uluslararası Mesaj: Melissa Nur Dikkat Çekiyor
Firat Cewerî pirtûka xwe ya nû li Stenbolê îmze kir
Rola mamosteyan di civakê de û bi taybetî civaka Îran û Rojhilatê Kurdistanê
Fîlma Kurdî-Japonî ‘Hemû Diaxivin’ li Festîvala Tokyoyê hat nîşandan