'Flashhilat' bi awayekî rengîn derket

Fanzîna li ser fotografîyê weşana xwe didomîne bi hejmara xwe ya nû derket. Fanzîna "Flashhilat" di hejmara xwe ya 11'an de rengîn derket û êdî dê rengîn derê.

Navenda Nûçeyan- Fanzîna li ser fotografîyê weşana xwe didomîne bi hejmara xwe ya nû derket. Fanzîna "Flashhilat" di hejmara xwe ya 11'an de rengîn derket û êdî dê rengîn derê.

Di vê hejmara 11'an a meha berfanbarê hat weşandin de Pinar Yildiz bi "Çarçoveyên Dîwarên Bêdeng" li ser fotografekî Şêx Seîd nivîsa xwe pêşkêş kirîye.

Ayetullah Badikî behsa hîkayeta "Dara Melhesen" a li Mûşê; Aynur Çile bi "Pistepista Şevê" qala kêlîyeke fotografekî dike.

Ferhadê Mihemed bi "Darhespê Min" fotografekî ji zarokatîya xwe raber dike; Adar Cayş bi fotografekî ji Sîlopî çend risteyan di "Şewqa Xwezayê" de dicivîne.

Meki Akdag bi gotinên dijî payîzê û bi bibîranîna generalê wê dide zanîn ku ew demsal "Demsala Derewan" e,

Fanzînê di vê hejmarê de  bi Moises Saman re kurtehevpeyvînek kirîye. Fotografên Moises Saman ên ser koçberîya kurdên Sûrîyê meha borî di Kovara TIME de derketibûn û yek ji wan bûbû fotografê bergê. Berzê, bi fotografekî li Oksfordê hatîye girtin, balê dikişîne ser fotografê Moises Saman û koçberîyê.

Di berga paşî ya Flashhilatê de bi navê "Şirîkên Avê" fotografekî Rêbîn Ozmen heye.

Ji bo têkilî û xwestinê:

flashhilat@gmail.com

Çavkanî: Dîyarname

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê