Fisteqê Dîyarbekirê jî derdikeve

Fisteq li bajarên Bakûrê Kurdistanê bi taybetî li Sêrt, Riha û Entabê gelek berbelav bû û niha jî fisteqa Dîyarbekirê tê berhemanîn.

Navenda Nûçeyan - Jûra Bazirganî û Pîşesazîya Dîyarbekirê ji ku rikeberîyê li fisteqa Sêrt, Riha û Entabê bike dest bi xebatê kirîye û ji bo vê yekê jî deverên gir û çîyayîyên Dîyarbekirê fisteqan çandine.

Cotkarên Dîyarbekirê amadekarîyan dikin ku heta dawîya salê şitlên fisteqan li hemû deverên destnîşankirî biçînin.

Berî ku cotkar dest bi çandina fisteqê bikin, Zanîngeha Dicle, Birêvebirîya Çandinê, Jûra Çandinîyê û Jûra Endezyarên Çandinîyê lîjneyeke hevbeş pêkanîbûn û li zevîyên ku têde fisteq bêne çandin lêkolîna axa wan deveran kiribûn.

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê