Firokeyên Tirkiyê gundewarê Dêrikê bombebaran kir

Firokeyên Tirkiyê gundewarê Dêrikê bombebaran kir

Firokeyeke bêfirokevan a Tirkiyê gundewarê Dêrikê yê rojavayê Kurdistanê bombebaran kir.

Hat ragihandin ku firokeyeke bêfirokevan a ser bi artêşa Tirkiyê îro sêşemê 20ê Cotmeha 2020an nêzîkî gundê Mezrî yê ser bi Dêrikaberavê ya Dêrikê bombebaran kir.

Herwiha hat diyarkirin ku du welatiyan di dema bombebaranê de şahidê bûyerê bûne.

Tê destnîşankirin ku bûye demek, gelek firokeyên ser bi artêşa Tirkiyê, li esmanê bajarên rojavayê Kurdistanê difirin.

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê