Firokeyên şer li Qendîlê otomobîlek bombebaran kirin

.

Firokeyên Tirkiyê îro li quntara çiyayê Qendîlê, otomobîlek kirin armanc. Rêvebirê bajarokê Zaraweyê ser bi navçeya Pişderê heta niha jî ziyanên wê êrişê nediyar e.

Bombebaran roja Duşemê 29ê Tebaxa 2021ê saer derdora 15:00 li nêzîkî Pira Heso ya li qubtara Çiyayê Qendîlê qewimî.

Peyamnêrê Rûdawê li Soranê ragihan ku , otomobîla hatiye armanckirin, ji corê Toyota Hilux bûye û di encama êrişê de şewitiye û ji ber bombebaranê agir li navçeyê ketiye.

Rêvebirê bajarokê Zaraweyê Ebdullah Ebas ji Rûdawê re piştrast kir ku ji ber bombebrana Tirkiye otomobîleke gerîlayên PKK bûye armanc û hatiye şewitandin ́ ́

Ebdullah Ebas got: "Heta niha ziyanên bombebaranê ne diyar in, lê ji ber bombebaranê agir bi herêmê ketiye. Firoke bi ser asimanên Qendîlê re difirin.`

Pira Heso dikeve ser sînorê navçeya Pişderê  û zêdeyî 10 rêyên gundan bi ser ve ne.

Derbarê zirarên êrişê û hûrgiliyên wê de hêj ti zanyarî li ber dest nînin.

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê