Festîvala Yilmaz Guney hat bi paş ve xistin

Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney ku ji alîyê Şaredarîya Batmanê ve tê organîzekirin hat bi paş ve xistin.

Navenda Nûçeyan - 8'emîn Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney îsal dê di navbera 26'ê vê mehê û 1'ê adarê de li dar biketa. Midûrîyeta Karên Civakî û Çandî ya Şaredarîya Batmanê li ser festîvalê daxuyanîyek weşand. Li gor daxuyanîyê ji ber ku gelek serîlêdan çênebûne wan festîval ji bo mehek din bi paş ve xistine. Li gor rewşa nû festîval dê di navbera 25-29'ê adara 2020'an de li dar bikeve.

Daxuyanî radigihîne ku ji bo lijneya hilbijêr li hemû serîlêdanan binêre, wan bi berfirehî binirxîne wan festîval bi paş ve xistine.

Dîyarname

 

Kurdîstan Haberleri

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê: Potansiyela Amedê 2-3 qatan ji ya Gabarê zêdetir e
Şeva helbestê ya helbestvan Hefîz Ebdulrehman li Düsseldorfê
Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin