Fermendarê tirk gef li gundiyan xwar

Hat ragihandin ku gundê Qesrîka ser bi bajarokê Çîya Mazî yê Mêrdînê, fermandarê fermangeha wî gundî gef li gundîyan xwarîye heke 200-300 deng ji AKPê re dernekeve wî gundî bişewitîne.

Li gor  agahîyan, Fermandarê Fermangeha gundê Qesrîk ê Çîya Mazî, ji welatîyên wî gundî re gotiye: "Heke 31 Adarê de 200-300 deng ji AK Partîyê ra dernekeve, ez ê vî gundî bişewitînim."

Welatîyên ku ji ber tirsa ewlehîyê newêrîne navê xwe eşkere bikin ragihandin, wî fermandarî pirî caran gundî bi terorîstîyê sucdar dikir.

Wî fermandarî herwiha gotiye, beyî ku vî gundî biguherînim, ji virê naçim.

Herwiha hate ragihandin, fermandarî, namzetê HDPyê revandiye û biriye daristanan û gefa mirinê lê xwariye.

Kurdîstan Haberleri

Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?