Êzidî mîrekî nû hildibijêrin

Îro li perestgeha Laleşê merasîmek ji bo destnîşankirina mîrê nû yê Êzidiyan birêve diçe.

îro li perestgeha Laleşê li Şêxanê, merasîmek ji bo destnîşankirina Hazim Mîr Tehsîn Beg wek mîrê nû yê Êzidiyan birêve diçe.


Roja 28ê Çileya 2019an, Mîrê Êzidiyan li Kurdistan û Cîhanê Mîr Tehsîn Beg li Almanyayê koça dawiyê kiribû, ji wê demê ve jî guftûgo ji diyarkirina mîrê nû tên kirin, Êzidiyan jî li ser destnîşankirina Hazim Mîr Tehsîn Beg lihev kirin û îro merasîmek  taybet ji bo wê yekê birêve diçe.


Hazim kurê Mîr Tehsîn Beg e û sala 1963an li devera Baedrê jidayik bûye û ji sala 1989an ve wek Wekîlê Mîr bû.
 

Kurdîstan Haberleri

Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?