-Destpêk hejmara çûyî-
Hemê dengê xwe birrî û li benda bersiva Zeynê sekinî. Zeynê hinekî bêdeng ma, dûra li çavê Hemê mêzekir û got:
Hemê rîya aqil yek e. Gere em her tiştêkî baş bifikirin û bila kemasîyên me nemînin. Em hazirîya xwe baş bikin. Ez naxwazim di nav gundî û cîranan da xwe rezîl bikim. Tu dikarî min derbixinî dervayî sinorê vî gundî, yan na?
Hemê hê bersiva pirsa Zeynê nedabû, Zeynê dest bi stranê kir û got:
Wele nabe, nabe nabe Hemo nabe
Lazim e hespê me rehwanî û mina ba be
Fizulê gundê me pirrin, bila reça me wenda be
Tu dizani, em bên girtin, cezayê me kuştin e.
Tu kes nikare li ber kuştina me rabe
Nabe! Hemê Şivan, nabe, nabe nabe…
Hem li ber serê Zeynê rûniştîye û bi dil û can li gotinên Zeynê guhdarî dike. Dema ku Zeynê dengê xwe dibirre, Hemê dest bi stranê dike û dibêje:
Ay lê, ay lê, dilê min lê ye, sê car lê ye
Zeynê keça mala Budê ye
Nigê min, ser seklavîyê ye
Tu destê xwe bike destê Hemê ye
Ezê te bibim mala Mîrê Zirav, kêla Dilî begê ye
Ji te ra bibirrin qelind û malê dinê ye
Îşev nivêşevê tu bibe mêvanê dile Hemê ye
Hemê strana xwe qedand û dengê xwe birrî, Zeynê bersiva Hemê da û got:
Hemê tu gelek rast dibêjî. Lê rîya me dûr, di vî rîya dûr da xilasbûna me jî zor e. Birayên min, di rê da bigihîjin me û me bigrin, halê me xirab dibe Hemo. Li sere çol çîyan kes jî tûne, me ji destê wan xilas bike. Ne heval ne jî hogiren me, tu kes bi me ra nîne. Sala çûyî kesî erazîyê neajotîye û herder bor maye, tebîata vî welatî tebîateke wahş e. Li gelek cîyan mar û mûr tijî ne Hemo. Îsal heşînayî pirr e. Herder kelem in, dar û ber in. Di zevîyan da gîha qasî bejnek direj e. Di nav giha da bihustek sincik, girnûg û kereng hene. Emê çawa xwe xilas bikin Hemo…. Bi rastî jî xilasbûna me zor û zehmete. Zeynê li pey van gotinên xwe kilamek din avêt ser Hemo û got:
Ay lo, ay lo, ay lo, Hemo, zozan bişewitî dar û dirî, dal û dirî
Evîna te, di hêsrên çaven min da zû û zû difirî
Kezeba min bi êş e, dilê min digîrî
Min qet nedît di tu zemanî, kî da mêranî,
Di destê wan egîdan da hatîye kirî
Çavê min ji xilasbuna rê qet nabirrî
Dilê min mîna pirpirikê qet li cîhekî nahêwirî
Nabe Hemo nabe, nabe nabe!
Hemê gotin ji devê Zeynê girt û jê ra got:
Keçê ji vê yekê ra ji Xweda yê kerîm paşa ye.
Dawa me da zor û zerpê tune.
Eşq, elem û evîna dilan e.
Rabe serê xwa bişo, gulîye porên xwe bade û bihûnîne.
Destê xwe bi bazinê Amedî bixemîlîne.
Rabe em hevra birevin, hê şev neqedîya ye.
Cotek kehêlan ji axûr bikişîne der û em lê sîyar bibin.
Ji vî gundî derkevin û xwe bavêjin diyarek dûr…
Heger tu jî bixwazî em dikarin berê xwa bidin ware Hinê û di ser deşta Gewran da herin gundê Dilî begê.
Zeynê qayit kir ku gotinên wê nafîle ne.
Hemê ketîye rikê û ji gotina xwe venagere.
Rabe Hemo hîn ji sibê ra sê saet ma ye.
Em hazirîya xwe bikin û hê kes ji xewê ranebûye got dest bi stranê kir:
Kehêlên birayên min sisê ne,
Her sê ji secerelî ne,
Beratê wan di histû da dardakirî ne.
Salê carê memûreki hukumatê tê
Dixwîne û derzîyên wan lêdixîne
Bikişîne der û em li wan siwar bin,
Ew kehêlên fermanlî ne
Bi kerema Xwedayê mezin,
Ewê me derbas bikin wiyalî ne.
Wekî din xilasbûna me ne mimkûn e.
-Didome-