Eskeran li Rûbarokê ciwanek kuşt

.

Tê gotin li gundê Bêruh ê Rûbarok a Colemêrgê eskeran Ozcan Erbaş ê 16 salî kuşt. 

Hat diyarkirin ku îro saet li dor 3'yê danê esir eskeran li gundê Bêruhê 3 ciwanên ji bo geştê û berhevkirina berûyan derketibûn, guleberan kirin. Di gulebarana eskeran de Ozcan Erbaş ê 16 salî birîndar bû. Sabrî Erbaş ku biraziyê xwe yê gule li pişta wî ketibû hil girt got: "Ji bo geştê û berhevkriina berûyan 3-4 kes çûbûn Bêruhê. Lê eskeran ew gulebaran kirine. Qereqola Mamreşan û ya Gerdînê ew gulebaran kirine. Piştî em pê hesiyan em çûn. Em û eskeran ketin qirika hev. Nehiştin em dest bidin birîndarê xwe. Alîkarî jî nedikirin. Min ew li pişta xwe kir heya ser rê anî. Guleyek li pişta wî ketibû. Me ji bo otopsiyê ew rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê." 

 

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?