Esed û Nûnerên Rûsyayê, tekezî li hevpeymaniya xwe kirin

Serokê Sûriyê û Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê ji bo Sûriyê liser berdewamiya karê her dû welatan ji bo pêşvebirina proseya aştiyê rêkeftin.

Serokê Sûriyê û Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê ji bo Sûriyê liser berdewamiya karê her dû welatan ji bo pêşvebirina proseya aştiyê rêkeftin.


Serokatiya Sûriyê di daxûyaniyekê de ragihand, Serokê Sûriyê Beşar Esed digel Nûnerê Serokê Rûsyayê ji bo Sûriyê Aleksander Lavrentiêv û Cîgirê Wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Verşînîn, li Şam a paytexta wî welatî civiya,
Di civînê de, behsa karê hevbeş ji bo pêşvebirina proseya siyasî û taybet di derbarê avakirina Komîteya Destûrê ya Sûriyê de û qonaxa niha ya wê Komîtê gengeşe kirin. 


Serokatiya Sûriyê herweha ragihand, her dû alî liser berdewamiya hemahengiye, di derbarê proseya siyasî de û rêgirîkirinê li wan welatên bike, ku dixwazin demê Krîza Sûriyê dirêj bikin, û proseya siyasî rawestîn in.
Herweha her dû aliyan behsa şerê li Idlibê kirin e, û Nûnerê Serokê Rûsyayê piştevaniya xwe ji bo artêşa Sûriyê, di vê derbarê de tekez kir.
 


 

Kurdîstan Haberleri

Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?