Ersîn Tatar bû serokomarê 5emîn ê Qibrisa Tirk

Gera duyem a hilbijartinên serokomariya Bakurê Qibrisê ya Tirk îro 18ê Cotmehê hatin encamdan.

Li gorî encamên nefermî yên hilbijartinê ku Serokwezîrê Qibrisa Tirk Ersîn Tatar û Serokomar niha Mustafa Akinci hevrikî dikirin, Ersîn Tatar bi rêjeya 51,74%ê dengan wek serokomarê 5emîn hat hilbijartin.

Mustafa Akinci jî 48,26%ê dengan wergirt û nekarî bê hilbijartin.

Serokomarê nû Ersîn Tatar piştgiriyeke xurt ji Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan distand ku Mustafa Akinci bi hevkariya aliyê Rûm ê Qisrisê dihat tawanbarkirin.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?