Erdogan: Çi dibe bila bibe em ê êrişî YPGê bikin!

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, encamên hevdîtinên wan û Amerîka li ser pêkanîna herêma aram li Rojavayê Kurdistanê çi dibe bila bibe, ewê êrişî YPGê bikin.

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, encamên hevdîtinên wan û Amerîka li ser pêkanîna herêma aram li Rojavayê Kurdistanê çi dibe bila bibe, ewê êrişî YPGê bikin.
Serokê Tirkiyê û serokê giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan, îro di civîna partiya xwe de behsa gelek mijaran kir. Yek ji wan mijarên ku Erdogan behsa wan kir, mijarên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, şerê PKKê û mûşekên S-400 bû.


Erdogan behsa êrişa Hewlêrê jî kir û ragihand, ew êriş nîşan dide ku operasyonên wan li dijî PKKê çi qasî bi bandor in. Lê wan karî tevahiya kesên ku destê wan di wê êrişê de hebûne, bigirin û yên din jî tine bikin.


Serokê Tirkiyê behsa operasyona “Lep” ya li dijî PKKê kir û ragihand, qesta wan ji wê operasyonê ew e ku pêwendiya navbera YPG/Rojavayê Kurdistanê û PKK/Qendîlê qut bikin.


Li ser xebatên pêkanîna herêma aram li Rojavayê Kurdistanê jî Erdogan da xuyakirin, encamên hevdîtinên wan û Amerîka li ser wê mijarê çi dibe bila bibe, ewê “korîdora terorê” îmha bikin.


Erdogan bang li kurdan, ereban û turkmenan jî kir li dijî YPGê şer bikin!

Kurdîstan Haberleri

Pêşbirka 1emîn a Helbestan a Fêqiyê Teyran tê lidarxistin
Ji sirgûnê ber bi dikê ve: Çîroka Tara Mamedovayê
Li Kela Zerzewanê ahenga zanist û hunerî hat kirin
PWK SWÊDÊ PÊŞEWAZÎYA ÎSMAÎL  BEŞÎKÇÎ Û HEVALÊN WÎ KIR!
Festîvala Şanoyê ya Amedê: Ji çar aliyên Kurdistanê şanoger beşdar in