Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê li ser Youtubeyê dest bi perwerdeya kurdî kir

.

Komeleya Lêkolînên Kurdî(Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê), li ser Youtubeyê dest bi perwerdeya Kurdî kir.

Komeleya Lêkolînên Kurdî(Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê), li ser Youtubeyê dest bi perwerdeya kurdî kiriye.

Komeleya Lêkolînên Kurdî ya li Stenbolê, li ser Youtubeyê dest bi dayîna perwerdeya bi kurdî kir. Komeleyê li ser hesabê xwe yê Youtubeyê beşa perwerdeyê ya yekemîn weşand.

Herweha komeleyê li ser hesabê xwe yê medya civakî destnîşan kiriye ku vîdeoyên dersan wê di asta yekem de dest pê bike û wê beş bi beş bin.

Ji bo zêdetir zanyarî û vîdeoyên perwerdeyê vê lînkê bitikîne.

Derbarê Komeleya Lêkolînên Kurdî de

Piştî ku Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji ber Rewşa Awarte di çarçoveya Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) 31ê Kanûna Pêşiyê ya 2016yê ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê ve hat girtin dilxwaz û xebatkarên Enstîtuyê Komeleya Lêkolînên Kurdî ava kirin. Komele armanca dike ku li ser çand, huner û zimanê Kurdî xebatên zanistî û lêkolînî bike û her wiha ji bo pêşketina zimanê kurdî di atolyeyan li dar bixe. 

Kurdîstan Haberleri

Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em Amedsporê Pîroz Dikin
Milano’da Doğan 17 Yaşındaki Kürt Tasarımcıdan Uluslararası Mesaj: Melissa Nur Dikkat Çekiyor
Firat Cewerî pirtûka xwe ya nû li Stenbolê îmze kir
Rola mamosteyan di civakê de û bi taybetî civaka Îran û Rojhilatê Kurdistanê
Fîlma Kurdî-Japonî ‘Hemû Diaxivin’ li Festîvala Tokyoyê hat nîşandan