ENKSê êrîşên ser ofîsên wan û partiyan şermezar kir  

.

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi daxuyaniyekê ragihand ku komên çekdar ên bi ser Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) êrîşî ofîsên ENKSê dikin û ew êrîşên ev çend roj in berdewam in şermezar kir.

ENKSê di daxuyaniya xwe ya îro 16ê Kanûnê de ragihand, tevî şermezarkirina gelek hêz û partiyên siyasî û gelê Kurd, komên çekdar ên bi ser ewlehiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) car din êrîşî ofîsa Partiya El Wehde ya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê (Yekîtî) ku endama ENKSê ye kirin û herwiha bi molotofan êrîşî ofîsa Partiya Yekîtiya Kurdistanê-Sûriye ya li Kobanî hat kirin.

Di daxuyaniya ENKSê de hat gotin, ev kiryar nêzîkbûna Kurdan dike armanc û kiryarên bi vî rengî hatin şermezarkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, 14 û 15ê Kanûnê jî ofîsên ENKSê yên li bajarokên Dirbêsiyê, Amûdê û li Hesekê rastî êrîşan hatibûn û tevî alên Kurdistanê  hatibûn şewitandin.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?