ENKS ji civaka navdewletî daxwaza çareserîyê ji bo rewşa Suriyê dike

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê daxwaz ji civaka vavdewletî dike, proseya siyasî li Sûriyê aktîv bike û çareyek siyasî ji rewşa Sûriyê re bibîne.

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê daxwaz ji Civaka Navdewletî dike, proseya siyasî li Sûriyê aktîv bike û çareyek siyasî ji rewşa Sûriyê re bibîn e.

Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê di daxûyaniyekê de teqînên li  bajarên Efrîn, Qamişlo û Hesekê şermezar kir û tekez kir, ku ew teqînên terorî û kesên li pişt teqînan nagihin armancên xwe. Daxwaz ji Civaka Navdewletî û Neteweyên Yekgirtî kir proseya siyasî li Sûriyê çalak bike û çareyek siyasî ji rewşa Sûriyê re bibîn e, ji bo avakirina Sûriyayek demokratîk - yekgirtî ji bo hemû welatiyan, ku baştirîn rê ye, ji bo jinavbirina terorê û ziwakirina çavkaniyên wê.

ENKS herweha daxwaz ji pêkhateyên navçeyê kir, ku hişyar û hevkarbin, ji bo rûbirûbûna terorê û parastina aştiya sivîl.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?