ENKS: Çekdar li pêş çavên Tirkiyê zilmê li Kurdan dikin

.

ENKS dibêje, “Li Efrîn, Serê Kanî û Girê Spî li pêş çavên Tirkiyê zilm li Kurdan tê kirin.”

Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi boneya Roja Cîhanî ya Mafên Mirovan daxuyaniyek belav kir û bal kişand ser rewşa navçeyên Kurdî yên niha di destê grûpên çekdar û artêşa Tirkiyê de ne.

ENKS di wê daxuyaniyê de ragihand ku li Efrîn, Serê Kanî û Girê Spî gelê Kurd bi şêweyekî sîstematîk ji aliyê hinek grûpên çekdar ve rastî binpêkirinan tên û zilmeke mezin li wan tê kirin.

Di daxuyaniya ENKSê de tê gotin, Kurd bi zorê ji malên xwe hatine koçkirin, milk û malê wan hatine talankirin û li şûna wan malbatên çekdaran hatine bicîkirin, ew jî bi armanca guhertina demografîk li Rojavayê Kurdistanê.

ENKS got, ew binpêkirin hemû li pêşiya çavên Tirkiyê têne kirin û divê dawî li wan kiryaran bê anîn û sûcdar werin muhasebekirin.

Herwiha ENKSê ji Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jî daxwaz kir ku dawî li “çekdarkirina zarokan” bîne û girtiyên encumenê azad bike berde.

Bajarê Efrînê sala 2018an û Serê Kanî û Girê Spî jî sala derbasbûyî ketibûn destê Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wî welatî ve. Li gor raportên rêxistinên xwecihî û navdewletî li her sê bajarên Rojavayê Kurdistanê, bi sedan binpêkarî ji aliyê çekdaran ve li dijî Kurdan tên kirin.

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala Şanoyê ya Amedê: Ji çar aliyên Kurdistanê şanoger beşdar in
Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye