ENKS bo Îtîlafa Sûriyê: Divê koçberên Efrîn, Serê Kanî û Girê Spî vegerin ser malên xwe

Îtîlafa Sûriyê û Encûmena Nişimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi rêya online civînek çêkir û ENKSê daxwaz kir ku koçberên Efrîn, Serê Kanî û Girê Spî vegerin ser malên xwe.

Îtîlafa Sûriyê û ENKSê bi rêya online civiyan ku di civînê de Serokê Îtîlafê Nesir Herîrî û endamên desteya siyasî amade bûn.

Di wê civînê de li ser pirsên hevbeş, yekrêziya opozîsyona Sûriyê û nivîsandina destûreke nû ji bo wî welatî ku mafê hemû pêkhateyên Sûriyê tê de parastî be, gotûbêj hatin kirin.

ENKSê di civînê de daxwaz kir ku koçberên Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Spî vegerin ser cih û warên xwe.

Li gor ofîsa ragihandina Îtîlafê, aliyan “li ser binpêkirinên PYDê li Rojhilatê Firatê derheqê xelkê sivîl gotûbêj kirin”, lê wê ofîsê behsa kiryarên çekdaran li Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê nekiriye ku li gor raportên rêxistinên mafên mirov rojane zilmê li Kurdan dikin û milk û malê wan talan dikin.

Bajarên Rojavayê Kurdistanê; Efrîn sala 2018an û Serê Kanî û Girê Spî jî sala derbasbûyî ketibûn destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar û di encama êriş û binpêkirinên wan grûpan de bi sed hezaran Kurd ji wan bajaran koçber bûbûn û cih û warên xwe bicî hiştibûn.

 

Kurdîstan Haberleri

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê: Potansiyela Amedê 2-3 qatan ji ya Gabarê zêdetir e
Şeva helbestê ya helbestvan Hefîz Ebdulrehman li Düsseldorfê
Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin