Komîteya Karên Derve ya Kongreyê ya a Amerîkayê, rûniştineke taybet û berfireh li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê, paşeroja Sûriyeyê û astengiyên li pêşiya Washingtonê yên di qonaxa piştî Esed de li dar xist.
Berpirsê Ofîsa Tora Medyayî ya Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde nêrîna hejmarek endamên Kongreyê wergirt.
Pirsgirêkeke çaresernekirî û neheqiya dîrokî
Yek ji helwestên herî tund ji aliyê Endamê Kongreyê Darrell Issa ve hat nîşandan.
Issa tekez kir ku Pirsgirêka Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê hêj nehatiye safîkirin.
Issa ji Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde re got:
"Daxwaz û xwesteka Kurdan a ji bo hebûna asteke nasnameya Kurdam, li şûna ku li ser çend welatan dabeş bibin û di her yekê ji wan de kêmîne bin, pirsgirêkeke çaresernekirî ye."
Darrek Issa her wiha hişyarî da, eger ev mijar bi dadwerî neyê çareserkirin, ev "neheqiyek e li hemberî komeke mezin ku beriya çend salan ji aliyê zilhêzên dagirker ve hatine dabeşkirin."
Modela Herêma Kurdistanê: Ji bo Sûriyeyê mînakek
Li aliyê din Endamê Kongreyê Joe Wilson piştgiriya xwe ji bo hewldanên Donald Trump û hikûmeta Ehmed Şer anî zimên.
Wilson ezmûna Herêma Kurdistanê wekî sembolekê ji bo serkeftina Sûriyeyê bi nav kir û ji Rûdawê re got:
"Ez vedigerim nêzîkî 20 salan berê, bi taybetî xebata bi pêkhateya Kurdan a li Îraqê re.
Min li wir dît ku dibe aramî û bipêşketina we hebe, divê ew bibe sembolek ji bo seranserê herêmê."
Wilson bawer dike ku Şer "hewlên rast dide ji bo rêzgirtina li pêkhateyan."
Stratejiya zextê: Cezayên Qeyser û DAIŞ
Endamê Kongreyê Michael McCaul jî hişyarî da ku nabe Sûriye were paşguhkirin, çimkî hin jî DAIŞ metirsiya hejmar yek e li ser ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê.
McCaul tekezî li ser pêwîstiya bicihanîna bendên peymana 30ê Kanûna Paşîn a di navbera HSD û hikûmeta Sûriyeyê de kir û got:
"Eger van mercan bi cih neyînin, dê encamên din jê derkevin, di nav wan de vegera cezayên Qeyser (Caesar)."
Di vê derbarê de, endamekî din ê meclisê Tim Burchett xwest ku Amerîka hêza xwe ya aborî bi kar bîne ne ya leşkerî.
Parastina pêkhateyan û rola USAIDê
Endamê Kongreyê Gregory Meeks daxwaza rawestandina tundiyên li hemberî Durzî, Kurd û pêkhateyên din kir.
Meeks got, "Xwezî Ajansa USAIDê û bernameyên me yên din hebûna ji bo ku mirovên me li wir hebin û bibin çavên me."
Meeks amadebûna xwe nîşan da ji bo xebata li ser Pêşniyaryasaya Parastina Kurdan (Save the Kurds Act) li gel Brian Mast, çimkî bi gotina wî, Kurdan alîkariyeke bêhempa daye Amerîkayê li dijî DAIŞê.
Asayîbûna bi Îsraîlê re û dorpêçkirina Îranê
Endamekî din ê komîteyê Andy Barr bal kişand ser aliyê stratejîk ê rakirina cezayan ku armanc jê "dorpêçkirina Îranê" û nêzîkkirina Sûriyeyê ya li Rojavayê ye.
Barr got, bipêşketina avaker heye ji bo avakirina pêwendiyan di navbera Sûriye û Îsraîlê de lê amaje bi wê yekê jî kir:
"Nîşandana niyeta pak a li hemberî kêmîneyên olî (di nav de Kurd jî) mercekî bingehîn e ji bo damezirandina ducare ya pêwendiyên Washington û Şamê."
Rûdaw