Endamê Komîteya Navendî ya PDK-S'ê Bavê Mizgîn koça dawiyê kir

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Mihemed Emîn Ebas (Bavê Mizgîn) îro ji ber Koronayê li nexweşxaneyeke Duhokê koça dawiyê kir.

Komîteya Navendî ya PDK-S'ê di daxuyanyekê de ragihand, Endamê Komîteya Navendî ya PDK-S'ê Mihemed Emîn Ebas (Bavê Mizgîn) ji çend rojan ve bi vîrûsa Koronayê ketibû, îşev li Nexweşxaneya Azadî ya Duhokê koça dawiyê kir.

Da zanîn, Bavê Mizgîn di ciwaniya xwe de dest tevlî Partî bû û erk û pileyên cuda wergirtin, heta gihîşt Komîteya Navendî ya PDK-S'ê.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?