Endamê Komeleya Jiyana Kurd Dr. Îbrahîm Remezan Necar wefat kir

Li Swêdê, derçûyê Fakulteya Yasa ya Zanîngeha Mustensiriye li Bexdayê û Endamê Komeleya Jiyana Kurd Dr. Îbrahîm Remezan Necar, wefat kir.

Bavê Dr. Azad Necar, ku danerê dilê destçêkirî ye, di temenê xwe yê 97 salî de li welatê Swêdê koça dawî kir.

Dr. Îbrahîm Remezan Necar, di sala 1960an de, li Mûsilê Cîgirê Rêveberiya Perwerdeyê bû û di sala 1963an de ji ber fikr, raman û helwestên xwe yên netewî, heta du salan li Mûsilê hate zindanîkirin.

Herwiha Dr. Îbrahîm Remezan Necar xwedî çend pirtûkên rêzimana Kurdî ye.

Di roja 9ê Îlona 2020an de, Dr. Îbrahîm Remezan Necar li welatê Swêdê di temenê xwe yê 97 salî wefat kir.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?