Encûmena wezîrên herêma Kurdistanê dicive

.

Encûmena wezîrên herêma Kurdistanê bi serperetiya serokê encûmena wezîrên herêma Kurdistanê ve dicive.

Îro 04.11.2020ê fermangeha çapemenî û zanyariyên hikûmeta herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekî ve ragehand, îro berî nîvro encûmena wezîrên herêma Kurdistanê bi serpereştiya serokê encûmena wezîrên herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û cîgirê serokê encûmena wezîran Qubad Talabanî ve dê bicive.

Herwaha hat ragehandin di civînê de pêşketinên dawiyê û belavbûna şewba vîrusa korona û tedbîrên herdu wezaretên tenduristî û navxwe jî dê li berçav bên derbas kirin.

Daxuyaniyê de hat gotin, encûmena wezîrên herêma Kurdistanê reşnivîsa peyrewek û proje biryarekî jî dê guftûgo bike, ku ew jî peyrewa rêkxistina karên şîrketên ewlehiyê li herêma Kurdistan – Iraqê û herwaha proje biryara taybet a çarçoveya çaksaziya mûçe, hebûn, bexş kirin, îmtiyaz û malnişîniyê li herêma Kurdistan – Iraq ye.

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê