Encûmena Wezîran bi amadebûna Serokwezîr îro dicive

.

Bo guftûgokirina yasaya çaksaziyê, bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Encûmena Wezîran dicive.

Li gor Nivîsgeha Ragihandin û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê destnîşan kir, Encûmena Wezîran di çarçova yasaya çaksaziyê de, du reşnivîsan (peyrewa mafên zîndaniyan û girtiyên siyasî) û (siyaseta diyarkirina maf û îmtiyazên mîratgirên şehîdan) guftûgo bikin.

Herwiha wê Encûmena Wezîran rapora taybet a jenosîda tawanên DAIŞê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê guftûgo bike.

43emîn civîna Encûmena Wezîran, îro bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî tê girêdan.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?