ENAG: Rêjeya enfilasyonê gihiştiye ji sedî 156

.

Saziya Amaran a Tirkiyê  (TUÎK) ragihand, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di Nîsana îsal de rêjeya enfilasyonê ji sedî 7.25 bilind bûye û enfilasyona salene jî gihiştiye ji sedî 69.97. Li beramber  TUÎKê Grûba Lêkolîna Enfilasyonê (ENAG) jî ku saziyeke serbixwe ye, dibêje, rêjeya enfilasyonê di Nîsanê de ji sedî 8.86 bilind bûye û enfilasyona salane jî gihiştiye ji sedî 156.

Saziya Amaran a Tirkiyê îro Pêncşemmê 5ê Gulana 2022ê rêjeya enfilsyona meha Nîsanê û salane ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê eşkere kir. Li gor amarên TÛÎKê enfilasyon di Nîsana îsal de ji sedî 7.25 û enfilasyona salane jî ji sedî 69.97 bilind bûye, ku ev jî bilindtirîn rêjeya enfilasyonê ye di 20 salên dawî de ku li Tirkiye hatiye tomarkirin.

Lê li gor rapora Grûba Lêkolîna Enfilasyonê (ENAG) ku saziyeke serbixwe ye, enfilasyona meha Nîsanê li Tirkiye û Bakurê ji sedî 8.56 û enfilasyona salane bi rêjeya ji sedî 156.86 bilind bûye.

Li gor daneyên Saziya Amaran a Tirkiyê, di asta yekem de bilindtirîn rêjeya enfilasyonê li gor heman meha sala derbasbûyî bi rêjeya ji sedî 105.86 di di sektora veguhastin û gihandinê de hatiye tomarkirin. Sektora xorakê jî bi rêjeya ji sedî 89.10 di rêza duyem de û kelûpelên navmalê jî bi rêjeya ji 77.64 a enfilasyonê di rêza sêyem de tên.

Li gor amarên TUÎKê enfilasyon di Nîsana îsal de li gor heman meha derbasbûyî herî kêm bi rêjeya ji sedî 18.71 di sektora peywendîkirinê de hatiye tomarkirin, sektora cil û bergan bi rêjeya ji sedî 26.23 di rêza duyem de, sektora perwerdeyê bi rêjeya ji sedî 27.73 di rêza sêyem de û sektora tendirûstiyê jî bi rêjeya ji sedî 35.95 a enfilasyonê di rêza çarem de tê.

Siyaset Haberleri

Fethullah Huseynî: Divê mafê kurd wek neteweya duyem di destûra Sûriyeyê de bê çespandin
Bêrîvan Mihemed: Em ji bo diyalogê re vekirî ne, lê Şam xwe paş ve dikişîne
Çarenivîsa Durziyan li ser maseyê ye: Netanyahu ji bo Siwêdayê behsa korîdoreke kir
Fermandarekî Heşdî Şebiyê: Şer ber bi Îraqê ve tê
Fîdan: Li Sûriyeyê partiyên Kurd ên dostên me jî hene û wan alîkarî xwest