Emîrxanê Lepzêrîn û Kela Dimdimê hat belavkirin

Li bajarê Stenbolê yê Tirkîyê lêkolîna Elî Teter Nêrweyî ya bi navê “Emîrxanê Lepzêrîn û Kela Dimdimê Di Navbera Mêjû û Efsaneyê de” ji nav weşanên Avestayê hate çap û belavkirin.

Navenda Nûçeyan - Berhema nû ya Elî Teter Nêrweyî “Emîrxanê Lepzêrîn û Kela Dimdimê” ku ji 208 rûpelan pêk tê bi zimanê Kurdî û tîpên Latînî hate belavkirin.

Bi boneya derketina vê lêkolînê, Weşanxaneya Avestayê di daxuyanîyekê de çapbûna pirtûkê ragihand û li ser naveroka wê wisa nivîsî: “Kela Dimdimê û serhildana Emîrxanê Lepzêrîn yek ji rûpelên zêrîn ê tarîxa Kurd û Kurdistanê ye. Li ser vê serhildana ku yek ji nîşane û nimûneya herî mezin a xweragirtin û xweavakirina neteweya Kurd e, heta çend salên dawî bi zimanê kurdî zêde lêkolîn nehatine kirin, Kela Dimdimê bêtir di çarçoveya folklor û edebîyata devkî de maye.”

Herwiha di beşekî din ê daxuyanîya Avestayê de hatîye nivîsîn ku: “Elî Teter Nêrweyî pêdeçûnekê di mêjûya Sefewîyan de dike û berê me dide pêwendîya Kurd û sefewîyan a berî şer, bi tafsîlat li ser her sê serhildanên Dimdimê, komkujîyên piştî şer, guhertina demografîya Kurdistanê û qirrkirina Mukrîyan disekine.”

Hêjayî gotinê ku Ferdî Sak tîpguhêzî û adaptekirina berhemê bo Kurmancîya Bakur bi cih anîye.

Rudaw

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?