Emîne Omer: Em dê guhertinên bingehîn di Rêveberiya Xweser de çêbikin

.

Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Emîne Omer ragihand ku ew dê guhertinên bingehîn di Rêveberiya Xweser de çêbikin.

Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk Emîne Omer ji ajanseke xwecihî re ragihand ku ew dê li navçeyên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, konferanseke berfireh li Cezîrê û Firat di dawiya vê mehê de saz bikin û ewê hewl bidin hemû pêkhate têde beşdar bibin.

Emîne Omer got ew dê li navçeyên Rêveberiya Xweser hilbijartinan bikin û destûreke nû deynin û guhertinan di girêbesta civakî de çêbikin.

Di derbarê hilbijartinên Rêveberiya Xweser de jî heta niha Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ti daxuyanî nedane.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?