“Em piştevaniyê li mayîna Ebdulmehdî dikin!”

Berdevkê fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê radigehîne ku PDK piştevaniyê li mayîna Adil Ebdulmehdî dike ku wek serokwezîrê Iraqê bimîne, ji ber ‘’Ebdulmehdî kesekî baş ji rewşa Iraqê têdigehe.’’


Berdevkê girse ya PDKê li Parlamentoya Iraqê radigehîne ku PDK piştevaniyê li mayîna Adil Ebdulmehdî dike ku wek serokwezîrê Iraqê bimîne, ji ber ‘’Ebdulmehdî kesekî baş ji rewşa Iraqê têdigehe.’’

Berdevkê girse ya PDKê li parlamentoya Iraqê Dr. Aram Nacî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Hewldanek heye nav kutleyên siyasî yên Iraqê bo dûrxistina Adil Ebdulmehdî ji kar. Bi bahaneyên cuda cuda dixwazin ji kar dûrbixin, lê fraksiyona PDK piştgiriya temam li mayîna serokwezîrê Iraqê dike, ji ber li gor me ew ji rewşa Iraqê baş fêmdike û dizane pirsgirêkên welat çine. Herwaha na piraniya siyasetmedarên Iraqê de jî take kese ku çemkê federaliyê bi temamî têdigehe.’’

Herwaha got: ‘’Aşkeraye di kabîneya naha ya di serokatiya Ebdulmehdî de hecmê pirsgirêkan biçûktirin, ji ber baweriya wî ya dabeş kirina desthilatê heye û dijî navendparêziya şovenîstan e. Aliyên şîe geheştin wê baweriyê ku vê qonaxê de nikarin rêkbikevin li ser namzedekî ku cîhê bigre.’’

Kurdîstan Haberleri

Fîlma Kurdî-Japonî ‘Hemû Diaxivin’ li Festîvala Tokyoyê hat nîşandan
Kemal Tolan: Spas ji bo nêrîn û şîrovên van mamosteyan !
Lara Dizeyî bi koleksiyona xwe Kurdan dide nasîn: Keleha Hewlêrê û Alaya Kurdistanê
Mustafa Ozçelîk: 500 Hejmarên Rojnameya Agirî, Berhema Ked û Niştimanperweriyê ye
Çorê Arda: Rexneya Kurdî hîn kamil nebûye