Efrîn…Grubên çekdar ên ser bi Tirkiyê 12 hemwelatiyên kurd revandin

.

Grubên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike, zêdetir ji 12 kesan li Efrînê revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, çekdarên gruba Feyleq El-Şam roja 4ê vê mehê bi ser gundên Basûfan, Biêyê û Kibêşînê yên navçeya Şêrewa de girtin û dest bi bihaneya lêgerîn û pişknînê ketin malan û zêdetir ji 10 kesan revandin.

Ji kesên hatina revandin, navên 7 kesan hatin zanîn, ew jî ev in:

- Li gundê Kibêşînê: Samir Mamed Husên, Basil Mamed Husên, Elî Kazim Elî, Ehmed Hindî Hindî.

- Li gundê Basûfanê: Riyad Elî Cuma, Rêzan Îbrahîm Erebo, Dilbirîn Erebo.

Wê rêxistinê da ragihand jî, 2 welatiyên Efrînê Welîd Abid û Mihemed Hesen Şêx Sadiq ji roja 3ê vê mehê be li bajarê Ezazê hatin revandin û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Çalakvanên Efrînê dibêjin, armanca artêşa Tirkiyê û grubên çekdar j revandina welatiyan ew e, rewşeke gelekî xirap û metirsîdar dirust bikin, da ku welatiyên Efrînê ji xaka xwe koçber bibin û proseya guhartina demografî bibin serî.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?