Efrîn…Çekdarên ser bi Tirkiyê ve 11 kes revandin

.

Grubên çekdarên di bin fermana Tirkiyê de kar dikin, 11 kes ji 2 gundên Efrînê revandin.

Jêderên taybet ên ji Efrînê ji K24ê re ragihand, gruba Polîsê Leşkerî roja 8ê vê mehê 6 welatî ji gundê Behdîna yê navçeya Raco revandin. Piştî ku ji fidya hezar Lîreyên Tirkî ji 3 kesan standin, ew berdan û çarenivîsa 3 kesan jî hîna ne diyar e.

Herwaha heman çavkanêyê ragehand gruba El Hemzat roja 12ê vê mehê 5 kes ji gundê Bêkê yê navçeya Bilbilê revandin û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Revandina welatiyên kurd ên Efrînê ji aliyê grubên çekdar ve berdewam e. Li gor rêxistinên mafên mirovan, heta niha bi hezaran kes hatine revandin û çarenivîsa beşeke mezin jî ne diyar e.

Çalakvanên Efrînê dibêjin, armanca çekdaran ji revandina kurdan ew e, xelkê Efrînê koçber bibe û ew jî proseya guhartina demografî bicih bikin.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?