Efrîn | Koma çekdar dest danî ser mal û milkê xelkê û bac li hemwelatiyan ferz kir

.

 Li Efrînê koma çekdar a girêdayî Tirkiyê Feylaq El Mecid, dest danî ser mal û milkê xelkê û bac li hemwelatiyan ferz kir.

Li gor Rêxistina Mafên Mirova ya Efrînê îro di daxuyaniyekê de aşkere kir, serkirdeyê Feylaq El Mecid dest daniye ser zevî, mal, rêyên gundên Zerka û Cobana li nahiya Reco û gundê Kêla li nahiya Bilbilê.

Herwiha di daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirova ya Efrînê hatiye destnîşankirin, serkirdeyê  Feylaq El Mecid  Mihemed Hebob ku wek Abû Elwelîd tê naskirin û bi xwe xelkê Idlibê ye, bi awayekî xerab reftarê bi xelkê resen yê wan gundan dike û wan neçarî karê cotkariya bê bermaber dike. Herwiha bacê jî li ser  welatiyên Kurd ferz dike, ku bo her malbatekê 3-5 tenekeyên Zeytê ye.

Rêxistinê di beşeke daxuayniya xwe de, bal kişandiye ser revandin û girtina welatiyekî Kurd ji taxa Pîşesaziyê ya Efrînê.

Navê wî hemwelatiyê Kurd yê hatiye revandin Azad Cemîl Nebo ye ku temenê wî 40 sal e û roja 29.12.2020 hatiye giritn. Ew bi xwe xelkê gundê Basil-haya ye ser bi nahiya Şêrawa ye. Heta niha çarenivîsa wî nediyare.

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji 18ê Adara 2018 ve û piştî êrîşekê berfireh a ku nêzikî 2 mehan berdewan kir, ket kontrola hêzên artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî Tirkiye.

Li herêma Efrînê tenê 12 gundên nahiyeyên Şêrawa û Şera di destê hêzên Kurdî û Rêveberiya Xweser de mane û niha ji aliyê rêveberiya li Kantona Şehbayê ve tên birêvebirin.

Kurdîstan Haberleri

Festîvala Şanoyê ya Amedê: Ji çar aliyên Kurdistanê şanoger beşdar in
Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye