Efrîn! Dest danîn ser mal û zeytûnên kurdan!

Efrîn! Dest danîn ser mal û zeytûnên kurdan!

 Grûpên çekdar li Bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê welatiyek revandin. Her wiha dest danîn ser 2 hezar û 400 darên zeytûnan.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihandiye ku, "Polîsên leşkerî yên ser bi Tirkiyeyê ve, welatiyê kurd Heysem Heyder revandin. Ew welatî ji Navçeya Cindirisê ye. Sedema revandin û çarenivîsa wî heta niha nediyar e."

Her wiha li Navçeya Raco jî hejmarek çekdarên ser bi grûpa El Mûntesîr Billeh (Liwa al-Muntasir billah) li Gûndê Emro Ûşaxî dest danîne ser 2 hezar û 400 darên zeytûnan. ‌Digel van kiryaran dest danîne ser mal û milkên hejmarek gûndiyan. Da ku malbatên xwe bînin têve. Raco ser bi Navçeya Efrînê ve ye.

Rêxistinê diyar kiriye ku 14'yî vê mehê (cotmeh 2020), îstîqbarata Tirkiyeyê li bajarê Stenbolê welatiyekî bi navê Mistefa Bekr desteser kiriye. Ji navçeya Şiyê ye û bi hinceta têkiliya li gel PYD hatiye desteserkirin. Heya niha çarenivîsa wî nediyar e.

K24

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?