Efrîn - Çekdarên ser bi Tirkiyê zarokek 3 salî kuştin!

Grubên çekdar ên ser bi Tirkiyê zarokekî kurd ê Efrînî dikujin û du welatiyan jî direvînin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grubên çekdar li nava bajarê Efrînê gule bi ser otombîlekê de berdan. Di encamê de zarokekî 3 salî bi navê Yûsif Osman hate kuştin.

Ji aliyekî din ve, wê rêxistina mafên mirovan ragihand, grûpa Ehrar El Şerqiyê ji roja 10 vê mehê ve jinek revandiye û heta niha çarenivîsa wê ne diyar e. Navê wê jinê Meryem Şêx ye û ji gundê Qêsim yê ser bi navçeya Raco ve ye.

Diyar kir jî, grûpa Polîsa Leşkerî roja 17ê vê mehê welatiyê bi navê Murad Hacî Reşîd ji bajarokê Cindirêsê revandiye. Çarenivîsa wî jî ne diyar e.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, diyardeya teqekirin û avêtina guleyan di nava bajêr de zêde bûye. Gelek caran jî welatiyên sivîl dibin qurbanî.

 

Kurdîstan Haberleri

Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em Amedsporê Pîroz Dikin
Milano’da Doğan 17 Yaşındaki Kürt Tasarımcıdan Uluslararası Mesaj: Melissa Nur Dikkat Çekiyor
Firat Cewerî pirtûka xwe ya nû li Stenbolê îmze kir
Rola mamosteyan di civakê de û bi taybetî civaka Îran û Rojhilatê Kurdistanê
Fîlma Kurdî-Japonî ‘Hemû Diaxivin’ li Festîvala Tokyoyê hat nîşandan