Efrîn.. Çekdarên ser bi Tirkiyê ve 8 kes revandin

Li Efîrnê grûpên çekdar yên ser bi artêşa Tirkiyê ve 8 welatiyên kurd revandin û di nava wan de jineke heye.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di daxuyaniyekê de belav kir, grûpên çekdar kesê 8 kesên Kurd bi tometên cuda ji Efrînê û gundên wê û bi taybet li bajarokê Cindirêsê revandin û çarenivîsa wan ne diyar e.

Ev di demekê de ye, berî çend rojan grûpên çekdar, Polîsên Leşkerî Serokê Encûmena Xwecihiya bajarokê Cindirêsê Subhî Riziq revandibû û piştre ew radestî istixbarata Tirkiyê kiribû.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di 18ê Adara 2018an de, bi hezaran welatiyên Kurd li ser destê çekdaran hatine revandin û çarenivîsa hejmareke mezin jî heta niha ne diyar e.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?