Efrîn.. çekdarên ser bi Tirkiyê ve 18 kes revandin

Çekdarên ser bi Tirkiyê ve bi armanca standina pereyan ji wan, 18 kes ji 2 gundên Efrînê revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, çekdarên grûpa Polîsa Leşkerî roja 5 û 6ê vê mehê bi ser gundê Qêsim ê li navçeya Raco de girtin û bi armanca standina pereyan ji wan, 9 kes revandin.

Navên kesên hatine revandin wiha ne: Ehmed Hesen Dîko, Ekmel Henan Ehmed, Henan Şêx Birîm, Şemsedîn Mistefa Mecîd, Ehmed Qadir Sîdo, Xelîl Bekir Bilal, Beta Dîko, Mihemed Şaban Dîko, Mesûd Husên Dîko.

Wê rêxistinê da zanîn, piştî çekdaran hezar Lîreyên Tirkî ji her kesekî standin, ew berdan.

Amaje bi wê da, berî demekê jî çekdaran 6 kes ji wî gundî revandibûn, piştî ku pere ji 2 kesan standibû, ew berdan. Heta niha çarenivîsa 4 kesên din jî ne diyar e ku di nava wan de jinek jî heye.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raporteke din de jî belav kir, çekdarên Polîsa Leşkerî duhî 7ê mehê bi ser gundê Mîrka yê li navçeya Mabeta de girt û 9 kesên din revandin. Li hember berdana wan jî daxwaza pereyan kirin.

Navên kesên hatine revandin wiha ne: Semîr Dawûd, Faroq Mistefa, Henan Hec Hesen, Şêxo Hesen, Faroq Hemalîko, Mistefa Mihmûd, Zuhêr Deyan Ebdî, Mihemed Xalid Ebdo.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, bi hezaran kurdên Efrînê ji aliyê çekdaran ve hatine revandin. Çalakvanên Efrînê dibêjin, sedema revandina welatiyan û ferzkirin û standina pereyan ji wan, bi armanca wê yekê ye, ta ku kurdên Efrînê neçar bibin û koçber bibin.

 

 

Kurdîstan Haberleri

Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em Amedsporê Pîroz Dikin
Milano’da Doğan 17 Yaşındaki Kürt Tasarımcıdan Uluslararası Mesaj: Melissa Nur Dikkat Çekiyor
Firat Cewerî pirtûka xwe ya nû li Stenbolê îmze kir
Rola mamosteyan di civakê de û bi taybetî civaka Îran û Rojhilatê Kurdistanê
Fîlma Kurdî-Japonî ‘Hemû Diaxivin’ li Festîvala Tokyoyê hat nîşandan