Efrîn- Çekdarên ser bi Tirkiyê  4 jin û 2 mêr revandin

.

Grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên di bin fermana artêşa Tirkiyê de kar dikin, 6 kes li Efrînê revandin, 4 ji wan jin in.

Rêxixistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa çekdar a bi navê Ehrar El-Şerqiye roja 22ê vê mehê bi ser gundê Baflûrê yê li navçeya Cindirêsê de girt û 4 jin û mêrek revandin.

Navên kesên revandî Edîb Mistefa Ebas, Ayşe Hemo Husên, Emîne Hemîde Henan, Şefîqe Mihemed in. Li hember berdana her yekî ji wan jî, ew grûp daxwaza 1500 – 2000 Lîreyên Tirkî dike.

Wê rêxistinê diyar kir jî, grûpa Polîsa Leşkerî roja 22 vê mehê li Efrînê xortê bi navê Hogir Elo yê ji gundê Dîkê revand û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Çalakvanên Efrînê dibêjin, armanca artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ji revandina welatiyan ew e, rewşeke gelekî xirap û metirsîdar dirust bikin, da ku welatiyên Efrînê ji xaka xwe koçber bibin û proseya guhartina demokgrafî bibin serî.

Her di çarçoveya xirapbûna rewşa ewlehiyê li Efrînê, duhî teqîneke bihêz bi riya otombîleke bombekirî li nêzîkî bazara kesakahiyê ya Efrînê rû da, di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest da û nêzîkî 20 kesan jî birîndar bûn.

 

Kurdîstan Haberleri

Yekem Komxebata Weşangerên Kurd li Diyarbekirê tê sazkirin
Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)