Efrîn-  Çekdarên opozisyona Sûriyê 5 kes revandin

Çekdarên ser bi Tirkiyê ve, 5 welatiyên kurd ji nahiya Mabeta ya Efrînê revandin, di nava wan keçek heye.

 

Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, grûpa çekdar a bi navê Polîsa Leşkerî bi ser bajarokê Mabeta de girt û 4 mêr û keçekê revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birin.

Herwiha heman çavkaniyê diyar kir jî, navên kesên hatine revandin wiha ne: Selah Şebo (Cîgirê Serokê Encûmena Xwecihî ya Mabeta), Mihemd Elî Nasan (Rêvebirê Dibistanê), Ramî Îbrahîm, Mîdya Xencer (karmenda hawarhatinê) û Mihemd Sitê (Karmendê Hawarhatinê) ne.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, bi hezaran kurdên Efrînê ji aliyê çekdaran ve hatine revandin.

Çalakvanên Efrînê dibêjin, sedema revandina welatiyan û ferzkirin û standina pereyan ji wan, bi armanca wê yekê ye, ta ku kurdên Efrînê neçar bibin û koçber bibin.

Heta niha gelek saziyên navdewletî yên mafên mirovan û Neteweyên Yekgirtî ve gelek rapor derbarê binpêkirinên mafê mirovan Efrînê belav kirine. Lêbelê Tirkiye û çekdarên opozîsyonê wan raportan red dikin.

 

Kurdîstan Haberleri

Yekem Komxebata Weşangerên Kurd li Diyarbekirê tê sazkirin
Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)