Efrîn.. Çekdaran dest datînin ser 7 hezar darên zeytûnan

Efrîn.. Çekdaran dest datînin ser 7 hezar darên zeytûnan

Li Efrînê, bi hatina werzê çinîna berhema zeytûnan re, çekdarên ser bi Tirkiyê ve destên xwe datînin ser darên zeytûnan.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, çekdarên grûpa Feyleq El Şamê li gundê Meydan Ekbesê yê ser bi Raco ve, destên xwe danîn ser 6900 darên zeytûnan ên 11 cotkaran.

Ligel ku grûpên çekdaran ên ser bi Tirkiyê ve destên xwe danîne ser bi sedhezaran darên koçberên Efrînê, demek e jî destê xwe datîne ser darên zeytûnan ên gundên li navçeya Raco.

Duhî jî Rêxistina Mafên Mirovan belav kiribû, çekdarên grûpa Liwa El-Muntasir billah li gundê Omera Şaxî destê xwe danîne ser 2400 darên zeytûnan û 5 xaniyên gundiyan.

 

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê