Efrîn-Çekdaran dest danîne ser bi dehan mal û dukanan

.

Li bajarokê Şiyê yê herêma Efrînê, çekdarên Emşat dest danîne ser bi dehan, mal, dukan, mekbesên zeytûnan û benzînxaneyên welatiyên Kurd. Herwiha dest danîne ser nêzîkî 270 hezar darên zeytûnan û 300 rezên mêweyan ên welatiyên Kurd ên ku ji neçarî koçber bûne.

Mihemed el-Casim, Ebû Emşe, Fermanderê çekdarên Silêman Şah, bêtirî milyonek dolar li ser xelkê  bajarokê Şiyê ferz kiriye.

Li bajarokê Şiyê yê herêma Efrînê niha grûpa Siltan Silêman Şah a bi fermandariya Mihemed el-Casim Ebû Emşe dest daniye li ser piraniya dukan û malan.

Li gor nûçeya Rûdawê, Çekdarên wê grûpê ku bi navê Emşat tê naskirin, dest danîne ser 7 dukanên li ser kaniya Şiyê.Ew dukan ên her yek ji Izet Bekir, Mistefa Şêxo, Mihemed Kehlo, Zekeriya Elî, Mihemed Şêxo, Ednan Elûş, Mîrasgirên Hecî Emîn Dilî ne. Herwiha destdanîne ser 3 dukanên Nezmî Şêxo û 2 dukanên Mihemed Ibrahîm

Mihemed Kehlo, ku xwedanê yek ji wan dukanan e, xwedan pêdawîstiyên taybet e, ew ker û lal e, û xêrxwazên gund bi hevkarî ew dukan jê re kirrîbûn.

Mihemed el-Casim, fermandeyê Emşat ev dukan bi ser hev ve vekirine da ku bike Moleke mezin. Herwiha, destdanîna li ser banzînxaneya malbata Koçer.

Destdanîna li ser nêzî 270.000 darzeytûn û 300 rezên tirî û mêweyan ku yên koçberên neçar in. Destdanîna ser guvaşteka zeytûnan a malbata Şêx Ismaîl Zade. Ji bilî baca 15% ya Encûmena Xwecihî, Emşat 8 dolar li ser her darzeytûnekê ferz kirine.

Emşat herwiha nêzîkç 1 milyon dolar pereyên next li ser Şiyê û gundên wê ferz kirine.

Mistefa Şêxo behsa hin tawanên din ên wê grûpê kir û got: “Xelkê Şiyê milk û malê xwe radestî meclîsê dikin û dibêjin ew êdî nikarin baca li ser wan hate ferzkirin bidin.

Bajarokê Şiyê, 40 kîlometreyan li rojavayê navenda Efrînê dikeve û 18 gund û mezreyan li xwe digire.

(Rudaw)

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê