Efrîn..Birayê din jî jiyana xwe ji dest da

Efrîn..Birayê din jî jiyana xwe ji dest da

Kesê ku duh li navçeya Cindirêsê ya Efrînê panzerên TSK’ê wî û birayê wî eciqandibûn û birayê wî jiyana xwe ji dest dabû û ew jî birîndar rizgar bûbû, jiyana xwe ji dest da. 

Duh li navçeya Cindirêsê ya Efrînê ku di bin kontrola hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê de ye, panzereke Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) 2 birayên hev ku bi bisiqlêtê tûr davetin eciqandibû. Li cihê bûyerê birayê bi navê Yaser Xelîl Abdo jiyana xwe ji dest dabû û kekê wî Rêzan Abdo (33) jî bi giranî birîndar bûbû. Hat hînbûn ku Abdo jî îro jiyana xwe ji dest daye. 

Hat hînbûn ku her du bira ji gundê Kûrzêlê yê Cindirêsê ne. 

 

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?