Efrîn: Bi sedan girtiyên Kurd bo girtîgehên Tirkiye û Sûriyê hatin şandin

.

 Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku bi ferman û serperştiya Îstixbarta Tirkiye MÎTê, çekdaran 600-700 girtiyên Kurd ji girtîgehên Efîrnê birine girtîgehên El-Raî û bajarê Kilîsê yê Tirkiyeyê.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê eşkere kir ku ev girtî bi armanca veşartina wan, neguhertina wan bi dlîgirtiyan û qutkirina pêwendiyên malbatên wan, derbasî girtîgehên Raî û Kilîsê hatine kirin.

Rêxistinê da zanîn ku bêyî delîl an rêbazekî qanûnî, ev girtî beriya derdora mehekê derbasî girtîgehên navborî hatine kirin.

Rêxistinê diyar kiriye, girtîgeha Raî di bin kontrola koma Sultan Murad a Tirkiye piştevaniya wê dike de ye.

Li gorî rêxistinê ew girtî, piştî dagirkirina Efrînê hatine revandin, rastî îşkenceyê hatine û dûrî xizm û malbatên xwe hatine hiştin.

Siyaset Haberleri

Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist
Hestiyên 153 qurbaniyên Enfalê vedigerînin Herêma Kurdistanê
Termên 25 qurbaniyên Êzidiyan bo Şingalê tên vegerandin