Êdî tenê mamosteyên pispor ên Pêşmerge perwerdeya leşkerî didin

.

Berpirsê Wezareta Pêşmerge Qareman Şêx Kemal ragihandiye ku êdî hêzên Pêşmerge bi awayekî pisporî hatine perwerdekirin ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ve û êdî pêdiviya wan bi perwerdeyê nemaye ku hevpeymanî tenê rola şêwirmendiyê dilîze.

Li gor nûçeya BasNewsê cîgirê sererkanê Pêşmerge bo karûbarên operasyonan li Wezareta Pêşmerge, Qareman Şêx Kemal gotiye, “Çndîn sal e hêzên hevpeyman bi perwerdekirin û fêrkirinê alîkariya hêzên Pêşmerge dikin. Niha komek mamoste û pispor li nav pêşmergeyan de hatine amadekirin da ku hêzên Pêşmerge perwerde bikin.”

Qareman Şêx Kemal da zanîn, “Ew mamoste hemû pêşmerge ne û amade ne. Êdî ji vir û şûn de ewê hêzên Pêşmerge perwerde bikin û pisporên hevpeymanan dê tenê rola şîretkariyê bilîzin.”

Berpirsê Wezareta Pêşmerge diyar kir, heta niha wan mamostayan du dewre bo pêşmergeyan vekirine û li gorî çavdêrî û nêrînên pisporên serbazî, şiyan û hêza wan gelekî baş e.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?