Edebiyata Devkî û Şer ji Lîsê derket

.

Weşanxaneya Lîsê pirtûkên nû li kitêbxaneya Kurdî zêde dike. Lîsê pirtûka bi navê “Edebiyata Devkî û Şer” ya Şerefxan Cizîrî çap kir. 

Nivîskar Şerfxan Cizîrî di vê pirtûka xwe de li ser têgeha şer disekine û mînakên balkêş ji edebiyata Kurdan ya devkî pêşkeşî xwendevanan dike.

Weşanxaneya Lîsê pirtûka “Edebiyata Devkî û Şer” bi van hevokan dide nasîn; “Nivîskar Şerefxan Cizîrî, di vê xebata xwe de bi tevahî li ser têgeha şer radiweste, teorîyan li ser pêşkêş dike û bi dû re jî wan dîtinan li ser edebîyata Kurdan ya devkî dide sepandin. Şerefxan Cizîrî, bi mînakên şênber dengbêjîya şeran radixe ber çavan, mînakên balkêş ji edebîyata Kurdan ya devkî pêşkêşi xwendevanan dike. Em ê bi nivîskêr re biçin ser Girê Ridwanê û li destana Çeleng Evdal, guhdar bikin. Em ê bibin dîtyarê şerê di navbêna Kurdên Êzîdî û Kurdên Misliman de. Em ê bi formateke şênber malkambaxîya şerê navxweyî bibînin. Em ê bi dû re biçin Keleha Heranê û li şerê di navbêna Kurd û Ereban de guhdarî bikin. Em ê bi dû re jî pêrgî gelek mînakên şer bibin di edebîyata Kurdan ya devkî de û em ê bi wan re bikevin nav darazandinên civakî û derûnî.”

Kurdîstan Haberleri

Milano’da Doğan 17 Yaşındaki Kürt Tasarımcıdan Uluslararası Mesaj: Melissa Nur Dikkat Çekiyor
Firat Cewerî pirtûka xwe ya nû li Stenbolê îmze kir
Rola mamosteyan di civakê de û bi taybetî civaka Îran û Rojhilatê Kurdistanê
Fîlma Kurdî-Japonî ‘Hemû Diaxivin’ li Festîvala Tokyoyê hat nîşandan
Kemal Tolan: Spas ji bo nêrîn û şîrovên van mamosteyan !