Ebdulla Peşêw Kongreya Navdarên Kurd rexne kir!

Helbestkarê kurd Ebdulla Peşêw derbarê Kongreya Navdarên Kurd de ev peyam belav kir:


Helbestkarê bi nav û deng ê Kurd Ebdulla Peşêw rexne li Yekemîn Kongreya Navdarên Kurd a li Sine kir û got

 “Rejîma Mollayên Bêşeref çawa şerm nake ku kesek wek min vedixwîne Kongireya Komara Wehşeta Îslamê?”           


Helbestkarê kurd Ebdulla Peşêw derbarê Kongreya Navdarên Kurd de ev peyam belav kir:


 “Rejîma darvekara Mollayên Îranê bixwe kujerê hezaran serkirde, serok û keç û xortên Kurd e. Ev 40 sal in ku ez li benda têkçûna rejîma Îranê me. Ez tu carî destûrê nadim xwe ku tevlî kongireya rejîma ku destên wê bi xwîna serok û lawên Rojhilatê Kurdistanê sor bûye, bibim.Rejîma Mollayên Bêşeref, çawa şerm nake ku kesek wek min vedixwîne kongireya Komara Wehşeta Îslamê...?”
 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?